Girêka Idlibê, berjewendiyên alî û dewletan jî aniye hemberî hevûdu

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûçeanalîz: Cemal Batun

Piştî destnîşankirina Amerikayê ku li Idlibê El-Kaide xwe bihêz dike, hevdîtinên di navbeyna Tirkiye, Îran û Rusya de, ji bo pêşîgirtina Amerikayê girêdayî Idlibê zêde bûn.

Her sê dewlet – Tirkiye, Rusya û Îran naxwazin Amerika li Idlibê bibe xwedî insiyatîf û vê yekê dijî berjewendiyên xwe yên li Suriye dibînin.

Ji bo pêkanîna planek hevbeş şêwirmendên serbazî û pîsporên Îranê, Rusya û Tirkiye di çarçoweya “hereêmên kêmkirina şer” li Îranê civîn lidarxistin. Herweha tê çaverêkirin di dawiya vê mehê de li paytexta Kazakistanê Astanayê jî, di asta şêwirmendan de hevdîtinan plkbînin. Heman demê planên her sê dewletan jî hene ku, civînên Astanayê girêdayî Krîza Suriyeyê bidin pêş û di çarçoweya hevkariya xwe de planên xwe biser civînê de bisepînin.

Enqere, Tehran û Moskow dixwazin bidin diyarkirin ku, li Idlibê dê grubûn terrorist û yên myanrew ji hevêdu veqetînin, jib o çareseriya girêka Idlibê ligel myanrewan hevdîtin û civînan lidar bixin. Lê bêguman ev hewldanên plankirî ji alî Washington ve bi bêbawerî tên nirxandin.

Îran, Rusya û Tirkiye dibêjin ku, bêyî destwerdanek serbazî ew dikarin li Idlibê ewleyiyê bicîh bikin. Lê Washington ji bihêzbûna El-Kaide li deverê dilgiran e û ev yek bi zarê Nûnerê xwe di hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞ Brett McGurk jî anî ziman. Herweha bêyî ku binav bike, lê bi zimanek diplomatîk ku her kes tê bigihe,  Enqere ji bo bihêzbûna Kaide li Idlibê tometbar kir.

Ji aliyê din ve, Amerika bi gûmanek mezin, nêzîkahiya Tirkiye li Suriye digre dest. Li gor pîsporan Washington dibîne ku, Tirkiye, Rusya û Îran di heman eniyê de li Suriye cîh digirin û ev nêzîkahî piştî aktîvbûn a Amerika li Suriye, hîn jî zêdetir bû ye.

Balkêş e ku Tirkiye jî bi giranî li dijî siyaseta Amerika li deverê radiweste û ev yek di herêmê de dijberî xistiye nav helwêstên Enqere û Washingtonê. Birêvebirên siyasî û serbazî yên Tirk, hewldanên Amerika li deverê wekî gefek li dij berjewendiyên Tirkiye liqelem dixin.