Li Lazqiyê 12 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

Di êrîşek çekdarên Opozisyona Sûriyê de, 12 leşkerên Sûriyê li Lazqiyê hatin kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Di êrîşek çekdarên Opozisyona Sûriyê de, 12 leşkerên Sûriyê li Lazqiyê hatin kuştin.

Ligor medya nêzîkî hikumeta Sûriyê, çekdarên Desteya Tehrîr elŞam êrîşî hêzên hikumeta Sûriyê li devera Til Reşo ya bakûrê parêzgeha Lazqiyê kirin. Di encam de 12 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

Herweha Rewangeha Sûriyê ya Mafê Mirovan eşkere kir ku, Artêşa Sûriyê deverên bakûrê parêzgeha Lazqiyê topbaran kiriye, bê ku hejmara qurbaniyan eşkere bike.

Piraniya parêzgeha Lazqiyê di bin kontrola hikumeta Sûriyê de ye, ji derveyî hin deverên bakûrê parêzgehê, li ser sînorê Tirkiyê.

 

 

C.B