Barzanî: Bazarkirinê li nasnameya Kerkûkê nakin

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di civînekê de ligel Parêzgarê Kerkûkê û nûnerên tevahiya pêkhateyên netewî yên kerkûkê ragihand, “biryara encamdana refeandûmê piştî wê yekê hat, ku hemû rê ligel Bexdayê hatin ezmûnkirin, lê tevahiya wan bizavan jî biser neketin.”

K24- Navenda Nûçeyan

Herweha ragihand, referandûm ji bo wê yekê ye, ku rê li ber kêşe û aloziyên bêtir bigre li navçeyê, ne ku aloziyan bêtir bike.

Serok Barzanî got: “Pêwîst e Kerkûk weke nimûneyeke pêkvejiyanê di navbera pêkhateyên netewî de bimîne.”

Her di wê civînê de, Barzanî tekez kir, dê hertim Kerkûk parastî be û Pêşmerge dê Kerkûkê biparêzin.

Li ser pirsa paşxistina referandûmê, Barzanî tekez kir, ti hikmetek di paşxistina referandûmê de tune û referendum dê di dema xwe de bê encamdan û piştî referandûmê, wê danûstendin li gel Bexdayê bên destpêkirin.

Serok Barzanî got jî: “Heger madeya 140î ya destûra Iraqê bihata bicîkirin,  dê pirsgirêk hatibana çareserkirin, niyeza şer li cem me tune ye, lê mafê berxwedanê ji me re heye û ew aliyên dixwazin agirê şer pêxînin, divê ew li bendî bersivê bin.”

Barzanî balkişand ser destûra Iraqê û got: “Di destûra Iraqê yekîtî girêdayî bicîkirina destûrê ye, û pêkvejiyan jî bi dilxwestinê ye.”

Barzanî behsa wê yekê kir, ku Kerkûk û xelkê wê biryara xwe didin û ti kes nikare xwe li ser Kerkûkê û pêkhateyên netewî ferz bike.