Birêveberê CIA: DAIŞ û Îranê ve dijminên Amerîka ne

K24 – Navenda Nûçeyan

Birêveberê Ajansa Hewalgîriya Navendî ya Amerîka (CIA) Mike Pompeo dibêje: “DAIŞ û Îran li Sûriyê dijminê Amerîka ne û rêveberiya Serok Donald Trump hewl dide guhartinên bingehîn di siyaseta Amerîka derbarê çawaniya danûstandin ligel Îranê û pirsa koçberên wî welatî bike.

Birêveberê CIA di lûtkeya salana ya Aspîn de tekezî li ser wê yekê kir, ku gefa mezin ya li ser berjewendiyên Amerîka li cîhanê çê kiriye, dewleta Îranê ye.

Birêveberê Ajansa Hewalgîriya Navendî ya Amerîka (CIA) Mike Pompeo
Birêveberê Ajansa Hewalgîriya Navendî ya Amerîka (CIA) Mike Pompeo

Mike Pompeo dibêje: “Guhartina bingeha siyaseta Amerîka li hember Îranê, paş cibicîkirina stratîjiya nû ya Washingtonê tê û me dest bi gava destpêkê ya wê plane kiriye, bi taybet piştî Serok Trump hevpeymaniyek ligel welatên cîhanê pêk aniye, ta zemîneyeke hevbeş bo rûbirûbûna penxwazên Îranê bike.”

Di heman çarçovê de, Wezîrê Derve ya Amerîka Rex Tillerson di meha Sibata borî de ragihandibû: “Washington pêdeçûnekê di siyaseta xwe ya li hemberê Îranê de dike.”

Birêveberê CIA dibîne ku, “Çlakiyên Hizbulaha Libnanî, rewşa Yemenê û mîlîşyatên ser bi Îranê yên li Iraqê, nimûne ne, ku Îran dixwaze serkirdayetiya navçê bigre dest xwe, ew jî dibe sedema gefê li ser berjewendiyên Amerîka.”

Çekdarên mîlîşyatên Îranê li Sûriyê şer dikin
Çekdarên mîlîşyatên Îranê li Sûriyê şer dikin

Mike Pompeo dibêje: “Îran hewl dide hejmûna xwe li Sûriyê zêde bike û dixwaze di sînorê Iraqê re derbasî Sûriyê bibe û her du welatan li gor berjewendiya xwe bi hev ve girê bide.”

Herwiha Mike Pompeo ragihand, “Berjewendiyên Amerîka tenê li Sûriyê kurt nabe û pêwîst e dûrtir bibînin, ku bi awayekî aramiyê peyda bikin, da ku ewlehiya Amerîka li navçê parastî be.”

Çekdarên DAIŞê
Çekdarên DAIŞê

Birêveberê CIA, Serokê Sûriyê Beşar Esed wek “Bûkeleyekê” di destê Îranê de binav dike û gotiye: “Zehmet e Esed di desthilatê de bimîne û Sûriyê aram bibe.”