Jeffrey: YPG û PYD, dê ji Rêvebiriya Minbic bên dûrxistin
K24 – Navenda Nûçeyan
Nûnerê Taybet ê Amerika yê Suriyê James Jeffrey: "Heya dawiya Heyva 12an, Endamên YPGê û PYDê yên Minbicê, ji Rêveberîyên leşkerî û sivîl bên dûrxistin"
James Jeffrey li Enqerê, di 3mîn Kombûna Xebatê ya Nexşerêya Minbicê de, axifî.
Nûnerê taybet ê Amerîkayê got: Heta dawîya salê krîterên nexşerêya Minbicê, hin ji wan xalan, heta dawiya salê, ew dê bi cîh bikin.
Jeffrey, wiha got: Di nexşerêyê de, endamên PYD û YPGê, hem ji komên leşkerî hem jî, ji meclisên herêmî de, bên dûrxistin.
Li ser pirsekê: ya avakirina xalên leşkerî ser sinorê Tirkiyê jî got: "Bi armanca ewlekariya Tirkiyê, em wan xalên leşkerî durist dikin."
Nûnerê Taybet ê Amerika da zanîn "Pêwist e Rejima Esed biçe û bêyî hevkariya Tirkiyê û Amerîka, çi rêyên çareseriyê bo Suriyê durist nabin."
C.B