Bi vîdyo.. Kunsula Amerîka jî amadekariya cejna Qurbanê dike

Kunsula Amerîka li bajarê Zehran ê Siûdiyê (Racha Korhnin) bi mebesta kirrîna mîhekê ji bo serbirrînê di roja cejna Qurbanê de, serdana bazara pez kir.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Di girte vîdyoyekê de, ku li ser torên civakî belav bûye, kunsula Amerîka li bajarê Zehran ê Siûdiyê (Racha Korhnin) bi mebesta kirrîna mîhekê ji bo serbirrînê di roja cejna Qurbanê de, serdana bazara pez kir.

Di wê girteyê de, Racha Korhnin pîrozbahiya hatina cejna Qurbanê li misilmanan dike û bi zimanê Erebî dibêje: "Cejna Qurbanê pîroz be" û piştre mîhekê ji bo qurbanê dikirre.

Berî niha jî, kunsula Amerîka li bajarê Zehran, beşdarî di gellek helkeftên ola Islamî li Siûdiyê kiriye û her dem piştevaniyê li xelkê Siûdiyê dike.

N.O