Daxwaza dîtina Ocalan hat redkirin

Serdozgeriya Komarê careke din daxwaza hevdîtina malbatê bi Ebdula Ocalan re red kir, lê vê carê sizaya disîplînê wek hincetê nîşan da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serdozgeriya Komarê careke din daxwaza hevdîtina malbatê bi Ebdula Ocalan re red kir, lê vê carê sizaya disîplînê wek hincetê nîşan da.

Malbata Rêberê PKKê Ebdula Ocalan, ev du sal in nikare pê re hevdîtinê bike. Serdana 93'emîn jî careke din hat redkirin. Serdozgeriya Komarê vê carê, bi hinceta ku Ebdula Ocalan sizaya dîsîplînê girtiye, hevdîtinê asteng kir. Lê derbarê sedemê sizayê de ti agahî neda.

Mihemed Ocalan, Îlona 2016'ê karîbû bi Ebdula Ocalan re hevdîtinê bike û piştre bi ti awayê jê agahî nehatibû girtin. Malbat û Parêzerên Ocalan dabûn xuyakirin, ti agahiyên wan derbarê jiyana Ocalan de nîn in.

Rêberê PKKê Ebdula Ocalan salan 1999'ê li Kenyayê hatibû destgîrkirin û bi sizaya heta hetayê hetayê hatibû zîndanîkirin. Ocalan ji wê demê ve di zîndana Îmraliyê de girtî ye.

 

S. B