PYD: Artêşa Tirkiyê nahêle xelkê Efrînê vegere
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Qamişlo meşeke piştgiriyê ji bo bajarê Efrînê û xelkên wê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hate lidarxistin. Hejmarek ji serkirdeyên rêveberiyê û hin partiyên siyasî beşdarî wê meşê bûn.
Di wê meşê de Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen ji K24ê re ragihand, îro li kemû Rojavayê Kurdistanê û derveyî welat meş hene, bi armanca ku hemû cîhan pê bihese ku li Efrînê rewşeke xirab heye.
Şahoz Hesen got jî, artêşa Tirkiyê Efrîn dagîr kiriye û gelek kiryarên xirab li wir pêk tîne, ji kuştin û girtinê û jinavbirina cihên Êzidiyan û xelkê ku vedigerin jî digirin û direvînin.
Hevserokê PYDê amaje bi wê yekê kir, artêşa Tirkiyê nahêle xelkê Efrînê vegere ser mal û milkên xwe ji bo proseya guhartina demografî li Efrînê cibicî bike.