Bi vîdyo êrîşa mûşekên Tomahawk bibîne

Nikki Haley: Belgeyên bibawer li cem me hene, ku wê êrîşa kîmawî ji aliyê rêjîma Sûryê ve piştrast dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta bergiriya Amerîka (Pentagon)ê, dîmenên kêlîka êrîşa mûşekên Tomahawk li dijî bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê belav kir, ku ji encama bikaranîna çekên kîmawî li Dûmayê, Amerîka, Frensa û Birêtanya ew êrîşa mûşekî û ezmanî li dijî rêjîma Esed encam dan.

Tevî ku rêjîma Esed bi berdewamî bikaranîna çekên kîmawî red dike, lê nûnera Amerîka di Netewên Yekgirtî de, Nikki Haley ragihand, ku belgeyên bibawer li cem wan hene, ku wê êrîşa kîmawî ji aliyê rêjîma Sûryê ve piştrast dikin.

Li gorî Pentagonê, Amerîka bi mûşekên Tomahawk, ku Trump ew bi mûşekên "Xweşik, zîrek û nû" binav kiribû, bingehên serbazî yên rêjîma Sûryê bordûman kiriye.

Li gorî raporên rojnamevanî, di wê êrîşa hevbeş de, nêzîkî 103 mûşek hatine bikaranîn.

N.O