Mexso: Pêşketinek zimanê Kurdî yê berçav li rojavayê Kurdistanê heye

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso diyarkir ku, Zimanê Kurdî di salên dawî de li rojavayê Kurdistanê de pêşkeftinek mezin dîtiye

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso diyarkir ku, Zimanê Kurdî di salên dawî de li rojavayê Kurdistanê de pêşkeftinek mezin dîtiye.

Mexso ji Kurdistan 24re anî ziman, ku di sala 2014an de herçend hin astengî jî hebûn, bi taybetî mamosteyên zimanê Kurdî kêm bûn. Lê Rêvebiriya Xweser derfet lipêş rakirin. Di peymangehan de xebatên mezin çêbûn û ev yek bû bîngehek baş ji bo destpêkirina perwerdeya bi zimanê kurdî.

Niha ji zanîngehan jî xwendevan bawernameyên xwe werigrin û di proseya perwerdeya Kurdî rolek berçav dilîzin.

Liser hi rexneyên girêdayî, ku girtina Ofîsan û hin xebatên sivîl-demokratîk çi bandore li pêvajoya perwerdeyiya Kurdî dilîze, Mexso destnîşankir, ku proseyên siyasî, nakokiyên siyasî bandore li pêvajoya perwerdeyiyê nake û divê tu alî nakokiyên siyasî neyîne meydana perwerdeyiya bi zimanê kurdî…