Barzanî: Gelê Kurdistanê berdewam dibe bi parastina aramî û pêkvejiyanê

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, biryara birêvebirina referandûmê , biryara gelê Kurdistanê ye û mafekî yasayî û asayî yê xelkê Kurdistanê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ragihand, biryara birêvebirina referandûmê , biryara gelê Kurdistanê ye û mafekî yasayî û asayî yê xelkê Kurdistanê ye. Referandûm di dema xwe ya diyarkirî de bi rê ve diçe û gelê Kurdistanê berdewam dibe bi parastina aramî û pêkvejiyanê.

Malpera Serokatiya Herêma Kuridstanê belav kir, Îro Duşem 11.09.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selaheddîn pêşwaziya Jan Kubis Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê rêxistina Neteweyên Yekgirtî li Iraqê kir.

Li hevdîtinê de rewşa siyasiya Iraq û peywendiyên di navbera Hewlêr û Bexda li niha û paşarojê de guftûgo kirin, Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî balkişand li ser nêrîn û têbîniyên Neteweyên Yekgirtî yê di derbarê referandûm û guftûgoyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê wê yekê ji bo Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dûpatkir ku biryara encamdana referandûmê, biryara gelê Kurdistane û mafekî yasayî û asayî ya xelkê Kurdistane û di dema xwe ya diyarkirî da prose birêvediçe.

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku gelê Kurdistanê li parastina aramî û pêkvejiyan û lêborîna li Herêma Kurdistan û navçeyê de berdewam dibe.