Erdogan: Êdî hişê xwe bidin rojeva ewlekarî û aborî ya Tirkiyeyê

Serokomarê Tirkiyeyê radigihîne: Divê ew gengeşeyên hilbijartinê dawî bikin û hişê xwe bidin rojeva ewlekarî û aborî ya Tirkiyeyê.

K24- Hewlêr

Serokomarê Tirkiyeyê radigihîne: Divê ew gengeşeyên hilbijartinê dawî bikin û hişê xwe bidin rojeva ewlekarî û aborî ya Tirkiyeyê.

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ji hesaba xwe twîtirê ragihand: Li pêşiya wan 4 sal û nîv demek bêhilbijartin heye. Divê ew hişê xwe bidin rojevên Tirkiyeyê yên wekî aborî û ewlekariyê û gengeşeya hilbijartinê li pişt xwe bihêlin. Erdogan dibêje dê şerê wan a terorê berdewam be û ew li ser şerî rijd in. Digel vê yekê ewê çend reforman jî bikin.