Israilê bersîva topbaranên ji Xezayê da

Artêşa Israîlê destnîşankir, ji rûdanên ku li Xezayê çêdibin Tevgera Hamas berpirs e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Israîlê kerta Xeza bombebaran kir.

Artêşa Israîlê di daxuyaniyekê de ragihand, ku wê hin armanc li kerta Xeza ya Filistînê bi tank û firokeyên şer bombebaran kir.

Artêşa Israîlê diyarkir, wê du cîh li Xezayê, ku ji wir Israîl hatiye topbaran kirin, bombebaran kiriye bê ku ziyanên canî û maddî rabighîne.

Artêşa Israîlê destnîşankir,  ji rûdanên ku li Xezayê çêdibin Tevgera Hamas berpirs e.

Beriya çend demjimêran başûrê Israîlê ji aliyê Xezayê ve hat topbaran kirin. Di encam de ziyanên maddî hebûn.