Trump li gel hevalê xwe yê nêzîk jî şer kir

Justin Trudeau êrîşî pirsa zêdekirina bacê ji aliyê Trump ve kir û ew yek wek "Sivkatî li dijî Keneda" binav kir, Trump jî li ser Twittera xwe belav kir, ku Serokwezîrê Keneda "Gellekî nerastgo û bêhêz e".

K24 - Navenda Nûçeyan

Di dîdara civîna G7 de, ku roja Înê 8ê Hizêranê destpê kir û duh bdawî hat, serokên Ewropa û Amerîka û Keneda civiyan, lê nakokî di navbera serokê Amerîka Donalld Trump û serokwezîrê Keneda Justin Trudeau de derketin.

Li gorî malpera RT ya Rûsî, Trudeau piştî bidawîbûna civînê, êrîşî pirsa zêdekirina bacê ji aliyê Trump ve kir û ew yek wek "Sivkatî li dijî Keneda" binav kir, Trump jî li ser Twittera xwe belav kir, ku Serokwezîrê Keneda "Gellekî nerastgo û bêhêz e".

Trump bi bihaneya newekheviyê di sîstema bacî ya kelûpelên hawirdekirî ji bo Amerîka, bac li ser çend kelûpel û berhemên Ewropî û Kenedî zêde kir û Ewropa û Keneda jî, derbarê egera bicîkirina wê biryarê ji aliyê Trump ve, gefa tolekirinê kirin.

Nakokiyên di navbera herdu Hevpeyman de, di demekê de ye, ku serokê Firensa Emmanuel Macron, li ser Twittera xwe derbarê pirsa bacê di nav Ewropa û Amerîka de nivîsiye: "Me di civînê de, nerînên xwe bi hevre guherandin, niha derfet hatiye ku em asankariyê li bazirganiyê di nav Amerîka û Ewropa de vegerînin".

Piştî nakokiyên di nav wî û Trudeau de, Trump wêneyê xwe û serokên G7 ji ser kevera Twittera xwe rakir û wêneyekî xwe li gel çend efserên Amerîkî danî.

N.O