Keça Brunson: Tirkiye dixwaze rewşa bavê min, wekî bazariyê bikar bîn e!

Keça Keşe Andrew Brunson, ku li Tirkiye girtî ye û rewşa girtîbûna wî bûye krîzek mezin di navbeyna Amerika û Tirkiye de, di panelekê de liser rewşa bavê xwe rawestiya û tometên giran anîn ser Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Keça Keşe Andrew Brunson, ku li Tirkiye girtî ye û rewşa girtîbûna wî bûye krîzek mezin di navbeyna Amerika û Tirkiye de, di panelekê de liser rewşa bavê xwe rawestiya û tometên giran anîn ser Tirkiyê.

Jacqueline Furnari, keça Keşe Brunson diyarkir ku, Tirkiye salên neheq ji bavê wê dizîn e.

Ligor Jacqueline Furnari: “Tirkiye bi awayek giştî gava hevwelatiyek biyanî digre, wan dersînor dike, lê di rewşa bavê wê de helwestek din hatiye nîşandan. Doz a ku 2 salan dom dike eşkere kiriye ku, bavê wê bêtawan e. Bi tometên derewîn, dixwazin bavê min wekî bazariyekê bikar bîn in”.

Jacqueline Furnari herweha got ku: “Bavê wê 2 mehan nekariye parêzerên xwe bibîn e. Êş a Isa Mesih didin wî. Tiştê em dikarin bikin, em duayan ji wî re bikin e”.

Keşe Brunson, ku di sala 2016an de hatî girtin, bi tometa alîkariya terorîzmê li Tirkiye girtî ye. Serokê Amerikayê daxwaza serbestberdana wî kir û diyarkir ku, ew bêtawan hatiye girtin. Piştî berdewamiya zindanîkirina wî, Amerika çendîn dorpêç liser Tirkiye sepandin û nirxê Lireyê Tirkî beramberî Dolarê Amerikî gelek nizm bû.

 

 

C.B