Tirkiyê Nûçeanalîz: Li Tirkiye niha dê çi bibe?

Nûçeanalîz: Li Tirkiye niha dê çi bibe?

K – 24 Navenda Nûçeyan

Nûçeanalîz: Cemal Batun

K24 xal bi xal dê çi guherîn rû bidin, rêz dike. Di destê yekem de 2 xal yekser dê pêk bên.

 

Li gor hejmartina nefermî li Tirkiye di referendûma guherîna Destûrê bi sistema Serokayetî ve dengê Erê biser ket. Hîn ji destpêkê ve 2 xal dikarin yekser bên pêkanîn. 1/ Endametiya Serokomar a Partiyê 2/ Guherandina binemala Dezgeha Bilind a Dadwêr û Dozgeran.

Tirkiye dikeve pêvajoyek nû ya guherîna sîstemê. Ji bo pêkanîna sistema desthilatî / hikumetê ya Serokomarî di navbeyna 6 mehan de qanûnên di vê tewerê de dê bên amadekirin û pejirandin. Di qanunên heyî de, bi biryarnameyan dê guherînên pêwîst bên kirin.

Ji bo bicîhanîna sistema nû xebatên amadeyiya bîngehê dê bên kirin. Qanunên pêwîst dê bên rojeva Parlementoyê. Dê xebatek berfereh lidar bikeve, pêwîstiya guherîna kîjan qanûnan heye, dê were zelalkirin. Ev yek li ser binamaya 4 xalên bîngehîn dê were pêkanîn. Di pêngava yekem de: bêjeyên ku dê sistema nû de cîh negirin, wekî Serokwezîr û Serokwezîrtî dê bên rakirin. Tê çaverêkirin, ku bi pejirandina yek qanunek nû, ev zelalkirin di tevayiya Destûrê de pêk were.

Di sistema nû de, hilbijartina parlementerî ya pêbaweriya desthilatê, pirsname û pirsên devkî dê nebin. Hejmara parlementeran dê derkeve 600an. Di struktura civînên giştî de guherîn dê pêk were. Qanunên bîngehîn dê ji çav bên derbas kirin, guherînên pêwîst dê bên rojeva sistemê. Li gor berpirsên AK Partiyê, ger li gel partiyên din lihevhatin were encamdan, qanuna partiyên siyasî jî dikare bête guhertin. Di vê çarçoveyê de, sistemê hilbijartinê dikare bête nûkirin, wekî pêkanîna herêmên taybet, herêmen diyarkirî, kêmkirina rêjeya bicîhbûna di parlementoyê de jî dikare were gotubêj kirin.

Niha ya tê çaverêkirin, ku du xalên yekser dê pêkwerin. Erdogan dê bibe endamê AK Partiyê. Ji b  vê dê daxwaz ji AK Partiyê bo Serokomar biçe. Dezgeha Bilind a dadwer û Dozgeran dê bê guhertin, hejmara endamên dezgehê dê bibin 13. Yek Wezîrê dadê, yek rawêjkarê Wezîrê dadê ye. 4 ji alî  Serokomar û 7 jî ji alî Parlemento ve dê bên hilbijartin.