Efrîn.. Îstixbarata Tirkiyê parêzer Sadiq Necar binçav kir

Li Efrînê, îstixbarata Tirkiyê kesayetiya Efrînî parêzer Sadiq Necar yê temen 71 salî li Seraya Efrînê binçav kirine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê, îstixbarata Tirkiyê kesayetiya Efrînî parêzer Sadiq Necar yê temen 71 salî li Seraya Efrînê binçav kirine.

Parêzer Ebdilrehman Necar li ser rûpela xwe ya tûra civakî belav kir, îstixbarata Tirkiyê roja 8ê vê mehê biryarê wî yê mezin parêzer Sadiq Necar (71 salî) li Seraya Efrînê dema li karê xwe bû, girtin.

Da zanîn jî, piştî girtina Parêzer Sadiq, îstixbarata Tirkiyê avêtin ser mala wî ya li gundê Keferdela Jêrîn û pişknîn kirin û bi bihaneya moleta wê ji Rêveberiya Xweser wergirtiye damençeya wî birin. Herwiha dest danîn ser kombiyoterê kurê wî jî.

Parêzer Ebdilrehman Necar bang li rêxistin û saziyên yasayî û yên pêwendîdar yên navdewletî kir, fişarê li Tirkiyê bikin bo rêzê li biryar û yasayên Netewên Yekgirtî yên aştî û şer bigire û wek dewleteke dagîrker bi erkê xwe rabe û hemû girtiyan azad bike.

Parêzer Sadiq Necar kesayetiyeke navdar û rewşenbîr ê Efrînê ye, temenê wî 71 salî ye û nexweşiya rebo pê re heye.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve, ta niha bi hezaran welatiyên Efrînê bi bihaneyên cuda tên girtin û eşkencedan.

Berî çend rojan Grûpên çekdar şanogerê Kurd Husên Bozo jî girtibûn û ta niha çarenivîsa wî ne diyar e. Herwiha ji heyama 3 mehan ve jî Dr. Ehmed Silêman girtî ye û çarenivîsa wî ne diyar e.

 

Parêzer Sadiq Necar
Parêzer Sadiq Necar

 

S. B