Remezan bi giraniya nirxê kerestiyan bi ser xelkê Qamişlo ve tê

Xelkên Rojavayê Kurdistanê amadekariyên xwe jibo pêşwaziya meha Remezanê dikin û tevî ku herhata wan li ser bazarn îsal zêde ye, lê gazinan ji nirxê keresteyan dikin.

 

K24 – Qamişlo

Xelkên Rojavayê Kurdistanê amadekariyên xwe jibo pêşwaziya meha Remezanê dikin û tevî ku herhata wan li ser bazarn îsal zêde ye, lê gazinan ji nirxê keresteyan dikin.

Bi hatina meha Remezanê, tevger û herhata welatiyan li ser bazarên bajarê Qamişlo zêde dibe. Hin firoşkerên bajȇr dibêjin ku herhata welatiyan îsal zêdeye jiber ku nirxȇ hin keresteyan beramberî salȇn bûrî kême ew jî jiber ku riyȇn bazirganiyê bo hatina keresteyên cuda hatina vekirin, herwiha didin zanîn ku hemû pêdiviyên meha Remezanê li bazaran peyda ne.

Bi Dolarê Amêrîkî kirîn û firotina keresteyan ji hêla bazirganan ve têne bikaranîn, lê welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi Lêreya Sûrî van keresteyan dikirin û ev jî pirsgirêkekê li bazarê peyda dike. 
Welatiyên bajarê Qamişlo gazinan dikin û dibêjin ku nirxê hemû keresteyan di meha Remêzanê de buha dibe, herwiha bang li kesên berpirs dikin ku çavderiya bazaran bikin.

Rêveberiya hevbeş ya zabîta rojavayê Qamişlo didin zanîn ku ew her dem bi gerên cavdêriyȇ di nava bazara Qamişlo de radibin û dibêjin kesên ku nirxȇ keresteyan zêde dikin ew wan siza dikin.

Tevî berdewamiya kirîza Sûriyê, lê her pêdivî di bazarên Rojavayê Kurdistanê de peyda dibin û ev yek vedgere vekirina gelek riyên bazirganiyê bi ser Rojava de, çi ji hêla başûrê Kurdistanê an jî ji hindirê Sûriyê ve.