Nêçîrvan Barzanî: Ji ber êrîşên li ser Efrînê nîgeran in

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew ji êrişên ku li ser Efrîn tên kirin, nîgeran in û daxwaz dikin şer were rawestandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand, ew ji êrişên ku li ser Efrîn tên kirin, nîgeran in û daxwaz dikin şer were rawestandin.

Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî di konferanseke rojnamevanî de li ser êrişên artêşa Tirkiyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê axivî û got, em gelekî ji bûyerên ku li Efrînê dibin, nîgeran in. hêvîdar in û daxwaz dikin di zûtirîn dem de û kêmtirîn qurbanî bigihin rêkeftinê. Nîgeraniya me ya mezin sivîlên di Efrînê de ne.”

Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji aliyên şer kir ku şer were rawestandin û kêşe û kirîz bi rêya diyalogê bên çareserkirin.

Artêşa Tirkiyê roja 20ê vê mehê i operasyona li dijî Efrînê ya bi navê Operasyona Şaxa Zeytûnê ragihand û bi firokeyên şer û topxaneyan gundên Efrînê bombebaran û topbaran dike.

Peyvdarê Fermî yê HSDê Horo Kîno Gabryil di daxuyaniyekê de aşkere kir, ji topbaran û bombebarankirina artêşa Tirkiyê li ser Efrînê 18 sivîl şehîd bûn û 23 sivîl jî birîndar bûn, ku di nava wan zarok û jin jî hene. Herwiha 3 şervanên HSDê jî şehîd bûne.