Elawî Kurdan û aliyên Iraqî vexwendî civînekê dike

Ev daxwaza Elawî di demekê de ye, ku duh serokê Şepêla Hikme Emmar Hekîm, daxwaza pêkanîna Hikûmeteke teknoqrat kiribû.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokê Hevpeymaniya Weteniye Iyad Elawî di daxuyaniyekê de, daxwaz ji hemû aliyên siyasî yên Iraqê kir, ku civînekê ji bo pêkanîna Hikûmetê lidar bixin û daxwaz kiriye Kurd jî beşdarî wê civînê bibin.

Ev daxwaza Elawî di demekê de ye, ku duh serokê Şepêla Hikme Emmar Hekîm, daxwaza pêkanîna Hikûmeteke teknoqrat kiribû.

Biryar e di çend rojên dahatî de, şandeke hevbeş ji Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, bi mebesta encamdana gotûbêjan ji bo pêkanîna Hikûmeta nû ya Iraqê, serdana Bexdayê bike.

Tevî ku bêtirî mehekê di ser encamdana hilbijartinên Perlemana Iraqê re derbas bûye, lê ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî de, heya niha rêketin li ser pêkanîna Hikûmeta nû çênebûye.

N.O