Çalakvanên Kurd alîkariyan li ser milên xwe digihînin gundên Loristanê

Lehiya hefteya bûrî riya zêdetir ji 40 gundên navçeyên çiyayî yên parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê girt, ji ber wê jî çalakvanên Kurd ên sivîl alîkariyan li ser milên xwe û di riyên dijwar re digihînin xelkê wan gundan.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Lehiya hefteya bûrî riya zêdetir ji 40 gundên navçeyên çiyayî yên parêzgeha Loristanê ya Rojhilatê Kurdistanê girt, ji ber wê jî çalakvanên Kurd ên sivîl alîkariyan li ser milên xwe û di riyên dijwar re digihînin xelkê wan gundan.

Lehiya hefteya bûrî ya li parêzgeha Loristanê rabûye, bi sedan xanî hilweşandin û gelek xelk derbider bûn û her wiha piraniya riyên çûnûhatinê yên vê parêzgehê hatin girtin.

Piştî hefteyekê, hîna riya zêdetir ji 40 gundên bajarokê Mamolan girtî ne û gihandina alîkariyan ji xelkê wan gundan re gelekî zehmet bûye, lê çalakvanên Kurd ên sivîl bi riya kampîna “Zagroz li benda me ye” li ser milên xwe û di çiyayan re hewl didin alîkariyan bigihînin xelkê.

Çalakvanek dibêje: Rê hatine girtin û em neçar in alîkariyan li mil û kolên xwe bigihînin xelkê, lê ti kesek ji bilî xortên Kurd bi hawara vî xelkî nehatiye.

Çalakvanekî din jî dibêje: Lawên Kurdistanê ji Kirmanşan û bajarên din hatin, lê ne berpirsek, ne qeymeqam û endamekî parlemanto ti alîkarî bi me nekiriye.

Her çend e helîkopertên hikûmeta Îranê jî li esmana wê navçeyê digerin, lê wek xelkê wan gundan dibêjin, ta niha ti helîkopterkê alîkarî negihandiye wan û ew nizanin ew mijûlî çi ne.

Roja Yekşemê 4 wezîrên Îranê ji bo guftûgokirina rewşa navçeyên lehî lê rabûne di civîna parlemantoyê de amade bûn û di civînê de Wezîrê Rê û Şaristaniyê ragihand, 6 hezar û 800 cih li riyên Îranê xirap bûne û 725 pire jî bi temamî hilweşiyane.

Tevî ku parêzgeha Loristanê ji hemû deverên din ziyan dîtiye, lê karwanên alîkariyan ji Kurdistanê ve li ser mil û kolên çalakvanên Kurd ên sivîl digihin gundên Kurdistanê.