Daxwazek şox û şenga Mûsilê heye

K24 – Navenda Nûçeyan

Lînda, ew keça ciwan a Almanî ya ku li bajarê Mûsilê hatiye desteserkirin û bi keça şox û şeng tê nasîn, destpêkê hat gotin ku Êzidî ye. Roja 23 vê mehê ji medyayê re yekem daxuyanî da û got: “Gelekî poşman bûme ku çûme nava DAIŞê. Niha tenê daxwaza min ew e ku vegerim nava malbata xwe ya ku li Londonê ye.”

Kovara “Dierspigel”a Almanî nivîsiye, “4 jinên Almanî di salên dawî de çûna nava DAIŞê, ku yek ji wan jinan Lînda bû ku temenê wê 16 salî ye û ji bajarokê Polsinits a li nêzîkî Dresden li rojhilatê Almanya jidayik bûye û li vê dawiyê li Mûsilê hatiye desteserkirin.”

Lorenz Hazie ji Dezgeha Dazgerê Giştî  ya Dresdenê dibêje: “Cihê Lînda hatiye zanîn û nasnameya wê li Iraqê aşkere bûye, lê ti hûrgiliyên din derbarê rewşa wê de nehatiye aşkerekirin.”

Rojnamevanên ji kenalên NDR û VDR û rojnameya “Deutsche Zeitungen” ên Almanî dibêjin: “Me li komelgeheke leşkerî li Bexdayê hevdîtin bi wê keçê kir û wê gotiye, ew dixwaze “Ji vir biçim” ku ew wek yekem daxuyaniya wê keçê bû, piştî ku li Mûsilê hatiye desteserkirin.

Medya dibêjin, “Lînda daxwaza malbata xwe dike û dixwaze ji şer, çek û teqemniyan bidûr bikeve, tenê dixwaze veger nava malbata xwe.”

Herwiha dibêjin, “Ew keş ciwan gelekî poşman bûye ku çûye nava DAIŞê û dixwaze radestî Almanyayê bibe û vegere û hevkariyê ligel desthilatan jî bike.”

Herwiha medya dibêjin, “Ji ber sedema bombebarana helokopterekê, perçek ji bombeyê li Lîndayê ketiye û ji milê wê ya rastê ve birîndar bûye, niha rewşa wê baş e.”

Havîna borî desthilatan dest bi lêkolînê derbarê windabûna keçeke 16 salî bi tuhmeta pêwendiya ligel DAIŞ û egera encamdana êrîşên teroristî, kiribûn.