Erdogan postekî din xist destê xwe de

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, postê Serokatiya Sindoqa Samanên Niştimanî xist destê xwe de.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan, postê Serokatiya Sindoqa Samanên Niştimanî xist destê xwe de.

Li gorî nûçeyeke Sky News, Zafer Sonmîz rêvebirê giştî yê wê sindoqê ye û karên wê birêve dibe, lê niha Erdogan xwe kiriye serokê Sindoqê û zavayê xwe (Berat Albayrak), ku wezîrê diraviya Tirkiyê ye, weke cîgirê xwe destnîşan kiriye.

Ji aliyekî din ve, ajansa (Vîich) a Almanî, ku taybet e bi polînên bankî, astê çar bankên Tirkiyê anî xwarê, bi sedema daketina nirxê Lîreya Tirkî.

Herwiha ajansa (Modiz) di meha derbasbûyî de, di polînkirinekê de,  rîzbendiya 20 dezgehên Tirkiyê anî xwarê.

N.O