Seroka IYI-Partî daxwaza azadkirina Selahadîn Demîrtaş kir
K24 - Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên pêşwext yên Perleman û serokatiya Tirkiyê, Seroka IYI Partî û berbijara wê partiyê ji bo seokatiya Tirkiyê Meral Akşener, behsa girtina hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş kir û got: Divê maf ji bo her kesî bêalî û wekîhev be. Nabe siyasetvan, rojnamevan û rewşenbîr girtî bên dadgehkirin. Divê kesê ku bi fermî bûye berbijarê serokatiyê wekî her kesî di mercên wekheviyê de bangeşeya hilbijartinan bike.
Berî niha berbijarê CHPê Muharem Înce û berbijarê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglu jî daxwaza azadkirina Demîrtaş kiribûn.
N.O