NY: Gûman heye di êrîşa li ser Efrînê de gaza Klor hatibe bikaranîn

Netewên Yekgirtî radigehîne, gûman heye ku di êrîşa li ser Efrînê de gaza Klor hatibe bikaranîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Netewên Yekgirtî radigehîne, gûman heye ku di êrîşa li ser Efrînê de gaza Klor hatibe bikaranîn.

Şanderê navdewletî ji bo Sûriyê Staffan De Mistura di civîna Encûmena Asayişa navdewletî de axivî û got, di êrîşa li ser Efrînê û di şerê Xuta Rojhelata Şamê û Îdlibê de gûman heye ku gaza Klor hatibe bikaranîn.

Şanderê navdewletî ji bo Suriyê herweha got, ta niha ti asoyê çareserkirina rewşa li Efrînê nîn e û di encama operasiyona artêşa Tirkiyê li ser Efrînê hejmareke zêde ji welatiyan şehîd bûne.

Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve ji 20ê meha bûrî ve êrîşî ser bajarê Efrînê dikin û ta niha di encama êrîşa firoke û topxaneya Tirkiyê zêdetir ji 180 welatiyên sivîl şehîd bûne û zêdetir ji 400 kesan jî birîndar bûne.