Tirkiye: 18 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê radigihîne, di encama operasyonên leşkerî ya li 3 bajaran de 18 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê radigihîne, di encama operasyonên leşkerî ya li 3 bajaran de 18 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Di derbarê operasyonên li dijî PKKê de, Wezareta Navxwe ya Tirkiyê daxuyaniyek belav kir û da zanîn, li bajarên wekî Diyarbekir, Şirnex û çiyayên Amanosan a li Hatayê li dijî PKKê operasyonên berfireh hatine birêvebirin.

Wezaretê amaje bi wê kir, di encama operasyonan de 18 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.

Ji aliyekî din ve, Hêzên Parastina Gel (HPG) jî 2 rojan berî niha kuştina 10 leşkerên Tirkiyê ya ji aliyên gerîlayên wan ve ragihandibû.

 

S. B