Koçberên Rojavayî: Bila êdî koçberî nebe para Kurdan

Di 18ê Berfanbarê Roja Koçberan a Navneteweyî de koçberên Rojavayî yên ku li Diyarbekirê dijîn banga rawestandina şer dikin. Li gorî daneyan li Diyarbekirê ji Rojavayî jî tê de bi tevahî 29 hezar û 753 koçberên ku ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyane dijîn.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Di 18ê Berfanbarê Roja Koçberan a Navneteweyî de koçberên Rojavayî yên ku li Diyarbekirê dijîn banga rawestandina şer dikin. Li gorî daneyan li Diyarbekirê ji Rojavayî jî tê de bi tevahî 29 hezar û 753 koçberên ku ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê reviyane dijîn.

Di Roja Koçberan a Navneteweyî de bi sed hezaran koçber  ku ji ber şer û pevçûnan neçar mane ji welatên xwe derbikevin di nav şert û mercên giran de jiyana xwe didomînin. Li Diyarbekirê jî bi hezaran koberên ku ji Rojava berê xwe dane Diyarbekirê hene. Sumeyya Şêxmûs jî yek ji wan koçberan e ku 5 sal berê ji Hesekê neçar maye berê xwe bide rêyeke nediyar û tevî 5 zarokên xwe li Diyarbekirê di kirê de bi hesreta bajarê  xwe li hember xêzaniyê li ber xwe dide.

Koçber Sumeya Şêxmûs ji K24ê re got: "Xanî kirê ye. Ez sê sal in ku em di vî xanî de ne. Her sal jî kire zêde dikin. Dema hatin vir kar jî tine bû. Penaberî tiştekî gelek zehmet e. Her dem mirov li xerîbiyê ye. Her dem dile mirov bi şewat e li ser xwediyan. Bi gotinan zehmetiya penaberiyê nayê vegotin."

Piraniya koçberên Rojavayê Kurdistanê ji bo ku ji bajarên xwe dûr nekevin û di nav Kurdan de bijîn berê xwe dane Diyarbekirê. Gulîstan Daban a ji Kobanê ye jî dayîka 3 zarokan e û di Roja Koçberan de daxwaz dike ku êdî koçberî nebe para Kurdan û bang li hêzên navneteweyî dike ku rewşa Kurdên koçber bibînin.

Koçber Gulîstan Daban dibêje: "Xwediyên min giş li Kobanê ne. Hew ez tenê li vir im. Em dixwazin xwedî li Kurdan were derketin. Edî bes bila şer bi dawî bibe. Xort neman, qîz neman. Êdî bese."

Li gorî daneyan li Tirkiyeyê 4 milyon û 882 hezar koçber dijîn û piraniya wan jî ji Suriyeyê û bi teybetî jî ji Rojavayê Kurdistanê ne. Li Diyarbekirê jî gorî amarên dawîn 27 hezar û 753 koçber ji Suriyeyê û Rojavayê Kurdistanê ne û li benda vegera aramiyê ku dawî li hesreta bajarên xwe bînin.