Rûhanî, li dijî Israîl û Amerika daxwaza yekîtiyê ji Filistiniyan dike

Di pêwendiya xwe de Rûhanî xwestiye Filistinî yek bin û Intifada dijî Israil û Amerika pêkbînin. Rûhanî piştgiriya xwe li hewl û xebatên Hamas re jî diyar kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor Ajansa fermî ya Komara Islamî ya Iranê IRNA, Serokomarê Îranê Hesen Rûhanî bi rêya telefonê pêwendî ligel berpirsê buroya siyasî ya Hamas Ismail Haniye re daniye.

Di pêwendiya xwe de Ruhanî xwestiye Filistinî yek bin û Intifada dijî Israil û Amerika pêkbînin. Rûhanî piştgiriya xwe li hewl û xebatên Hamas re jî diyar kiriye.

Haniye jî spasiya helwêsta Rûhanî kiriye û daxwaza xwe aniya ziman ku, welatên islamî helwêsta xwe ligel Filistiniyan û dijî Israil û Amerika diyar bikin.