"ji bo aşitiyê mûzîk"

Dezgeha bi navê "ji bo aşitiyê mûzîk" ku di sala 2005an de li Stenbolê hatî damezirandin de perwerdehiya enstrûman û mûzika cîhanî ji bo zarok û gencên ku temenê wan di navbera 7 û 20 salî de tê dayin. Dema zarok û genc tên asta konserta, konsertên newaze hem li Tirkiyê hem jî li derveyî welat li dar dixin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Dezgeha bi navê "ji bo aşitiyê mûzîk" ku di sala 2005an de li Stenbolê hatî damezirandin de perwerdehiya enstrûman û mûzika cîhanî ji bo zarok û gencên ku temenê wan di navbera 7 û 20 salî de tê dayin. Dema zarok û genc tên asta konserta, konsertên newaze hem li Tirkiyê hem jî li derveyî welat li dar dixin.

Dezgeha bi navê "ji bo aşitiyê mûzîk" ku di sala 2005an de li Stenbolê hatiye damezirandin, ji wê demê û şûnde ye bo zarok û gencên ku temenên wan di navbera 7 û 20 salî de diguhere perwerdehiya mûzikê dide. Armanca sereke ya vê dezgehê jî ew e ku dengê aştiyê bi rêya mûzîkê li cîhanê belav bike. Zarok û genc, li vê derê di gel mamosteyan û bi entsrûmanan fêrî mûzîka cîhanî dibin.

Piştî perwerdehiyê zarok û gênc tên wê astê ku konsertên newaze li dar bixin.

Kardelen Buket Kilinç ji K24ê re got: "Ez 17 salî me û ev 3 sale ez li vê dezgehê me. Herwiha du sal û nîv e ku fêrî Tumbayê dibim. Bi rastî karên bi vî awayî zêde nayên kirin û mirov gelek rêz ji me re digrin."

Koma bi navê "ji bo aşitiyê mûzîk" her wiha li gelek welatên biyanî jî konsertan li dar dixe. Zarok, amaje dikin ku, ew ji eleqeya guhdaran gelekî xweş halin.

Gorkem Guney dibêje: "Ez di vê komê de Trumpetê lê didim. Bi rastî ev dezgeh bo min şenseke mezin bû û ez bi vê xizmetê gelekî dilşad im. Kesên ku guhdariya me dikin performansa me gelekî di ecibînin. Ez pê bawerim ku bi saya vê mûzîkê em dê dengê aştiyê li cîhanê belav bikin."

Îrem Kaba jî got: "A rastî beriya ku werim vê dezgehê min derbarê Trumpetê de tiştek ne dizanî. Dikarim bibêjim vê dezgehê jiyana min guherand. Hevalên min jî bi saya vir êdî bi çaveke din li mûzîkê dinêrin. Bi ya min divê her kes hê di zaroktiya xwe de fêrî amûreke mûzîkê bibe."

Dezgeha "ji bo aşitiyê mûzîk", heta niha nêzî 6 hezar zarok perwerde kiriye û armanca wê ew e ku; li hemû bajarên Tirkiyê şaxên vê dezgehê werin damezrandin û herwiha di warê mûzîkê de zêdetir zarok ji vê xizmetê sûd werbigrin.