Keleha Zêrzevanê dibe heviya geşt û guzariye

Diyarbekir di warê geşt û guzariyê de ji sala 2019an gelek bi hêvî ye ku tenê ji bo Keleha Zêrzevanê pêşbiniya 1 milyon geştiyar tê kirin. Keleha Zêrzevanê ku bala hemû cîhanê dikêşe ser xwe, Arkeologên Keleha Zêrzevanê didin zanîn hîn %1ê Keleha hatiye derxistin û li gel vê yeke di sala 2018ê 351 hezar û 868 geştiyaran serdana Keleha Zêrzevanê kirine.

K24-Amed-Box

Diyarbekir di warê geşt û guzariyê de ji sala 2019an gelek bi hêvî ye ku tenê ji bo Keleha Zêrzevanê pêşbiniya 1 milyon geştiyar tê kirin. Keleha Zêrzevanê ku bala hemû cîhanê dikêşe ser xwe, Arkeologên Keleha Zêrzevanê didin zanîn hîn %1ê Keleha hatiye derxistin û li gel vê yeke di sala 2018ê 351 hezar û 868 geştiyaran serdana Keleha Zêrzevanê kirine.

 Potansiyela dewlemend a geşt û guzariyê ya Diyarbekir her ku diçe bêhtir derdikeve holê û herî dawî jî kolînên Keleha Zêrzevan a di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de ye geştiyaran dikêşe kelehê. Keleha Zêrzevanê ku wek navendeke leşkeri hatiye avakirin yek ji kelehên sînorî yên Împaratoriya Romê ye. Berpirsiyarê kolînên arkeolojik ê Keleha Zêrzevanê Arkeolog  Şivan Ayûs dibêje ji ber keleheke stratejik û dîrokî ye Keleha Zêrzevanê bala geştiyaran dikêşe.

Şivan Ayûs- Arkeolog- dibêje:"Di dema Împaratoriya Roma de hatiye avakirin. Di sala 2014ê de xebatên kolînê dest pê kirin. Li ser 60 donim erd hatiye avakirin. Em hêvî dikin 1 milyon turist serdana vê derê bikin. Dê jig elek deverên cîhanê xelk berê xwe bidin vê derê."

Li gorî daneyan di sala 2018ê de 351 hezar û 868 geşriyaran serdana Keleha Zêrzevanê kirine û bo 2019ê jî tê pêşbînîkirin ku 1 milyon geştiyar serdana vê keleha qedîm û bi heybet bikin. Geştiyarên ku serdana kelehê dikin jî bang dikin ku ev keleha bêhempa baş were parastin û xwedî lê were derketin.

Geştiyarek got: "Em ji bo dîtina Keleha Zêrzevanê hatine vê derê. Tarîxeke pirr kevin e. Ji berk u tarîxeke kevin e û kultura vî memleketî ye em dixwazin bi hevalên xwe re parve bikin."

Geştiyarek din dêje: "Ji ber ku li ser girekê hatiye avakirin û navendek a baweriyê ye bandorê li min dike. Ez hêvî dikim ku ji bo berjewendiyên bazirganiyê newe bikaranîn û baş were parastin."

Geştiyarêk dî got: "Li Kurdistanê dîrokeke pirr qedîm e. Em dixwazin herkes lê xwedî derbikeve."

Geştiyarek Îranî jî dibêje: "Ez ji bajarê Rîzeyê têm. Bi rastî Keleheke balkêş û bibandor e. Min navê wê bihîstibû û niha jî min dît. Keyfa min gelek jê re hat."

Bi keşifkirina pesestgehe bi navê Mîtras ku dîroka wê heta 1700 salan jî diçe Keleha Zêrzevanê bêhtir navdar bû. Arkeologên li Keleha Zêrzevanê kolînan didomînin didin zanîn kolînên ku di sala 2014ê de destpêkirine tenê %1 ê kelehê derxistine holê û ji bo ku hemû keleh derkeve holê tê pêşbînîkirin ku kolîn 50 salan bidomin.