Tirkiye ji daxûyaniya Efrînê ya YE dilgiran bû

Wezîrê Yekîtiya Ewrûpa (YE) yê Tirkiyê Omer Çelik daxûyaniya encamî ya Konseya pêwendiyên derve ya YE rexne kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Yekîtiya Ewrûpa (YE) yê Tirkiyê Omer Çelik daxûyaniya encamî ya Konseya pêwendiyên derve ya YE rexne kir.

Çelik di twitterê de bersîva YE girêdayî rewşa Efrînê, da: “Yekîtiya Ewrûpa tu erk ek liser Suriye ne girtiye ser xwe, lê daxûyaniyên bêberpirsiyarane dide. Ev daxûyanî siyasî ye û tu encamek wê ya erênî nîn e.”

Çelik got ku, Ewrûpa hîn jî tênegihiştiye ku li Efrînê çi dibe? Tenê temaşevan e! heman demê hin berjewedniyên xwe derdixe pêş. Helwêsta Serokomarê Fransa ji vê yekê re nimûne ye”.

Wezîrê YE yê Tirkiye herweha YE bi dijberiya Tirkiye wesf kir.

 

C.B