Îran: Hêzên me li başûrê Sûryê tine ne

Mucteba Ferdosî Pûr: Eger heye artêşa Sûryê bi alîkariya Rûsya dest bi operasyonekê li başûrê Sûryê bike, lê Îran têde beşdar nabe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Balyozê Îranê li Emana paytexta Urdinê Mucteba Ferdosî Pûr ji rojnameya El-Xed ya Urdinî re ragihand, ku niha Hikûmeta Sûryê û Rûsya gotûbêjên lihevhatine li başûrê Sûryê li gel hêzên opozisyonê dikin, bi mercê serweriya Sûrî li wan deveran vegere û di beramber de ew hêzana bi aramî ji wan navçeyan derkevin.

Mucteba Ferdosî Pûr diyar kir, ku heger ew gotûbêj neçin serî, ne dûr e artêşa Sûryê bi alîkariya  Rûsya dest bi operasyonekê li başûrê Sûryê bike.

Tekez jî kir her dema ew operasyon destpê bike, welatê wî beşdariyê têde nake û red jî kir ku hêzên wan di şerê Xûta Rojhilat de beşdarî kiribe.

Herwiha Pûr got: Îran piştevaniya wê yekê dike, ku artêşa Sûryê sînorên xwe bi Urdinê re dubare kontirol bike û bi heman awayî tevahiya sînorên xwe li gel welatên din yên cîran kontirol bike.

N.O