Yekîneyên Artêşa Azad ji Tirkiye derbasî Suriyê dibin

Hin yekîneyên Artêşa Azad ji devera Kilis bi otobusan derbasî herêma Ezaz a Suriye bûn

K24 – Navenda Nûçeyan

Ligor medyaya Tirkiye, îro piştî daxûyaniya Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyip Erdogan, ku Operasyona Efrînê liser erdê destpêkiriye, hin yekîneyên Artêşa Azad ji devera Kilis bi otobusan derbasî herêma Ezaz a Suriye bûn.

Devera Ezaz di bin kontrola Artêşa Azad de ye û armanc ew e ku, di çarçoveya Operasyona Efrînê de,  ji wir derbasî herêmên Efrînê yên rojavayê Kurdistanê bibin,

Herweha wan yekîneyan ji Tirkiye çekên giran bi xwe derbasî Suriye kirin e.