YPG daxwaz dike artêşa Sûriyê ya fermî biçe Efrînê

Peyvdarê Giştî yê YPGê Nûrî Mehmûd ragihand, bi sedan endamên hêzên Berevaniya Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve li hêlên pêşî yên navçeyên Efrînê belav bûne, lê hejmara wan ji bo rûbirûbûna artêşa Tirkiyê kêm e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Giştî yê YPGê Nûrî Mehmûd ragihand, bi  sedan endamên Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve li hêlên pêşî yên navçeyên Efrînê belav bûne, lê hejmara wan ji bo rûbirûbûna artêşa Tirkiyê kêm e.

Peyvdarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd ji ajansa “Reuters” re got: “Daxwaz dikin artêşa Sûriyê ya fermî biçe Efrînê û bi erkê xwe li hember dijminkariya Tirkiyê rabe.”

Her çend e tê gotin, ku hêzên ser bi rêjîma Sûriyê ve derbasî her du taxên Şêx Meqsûd û Eşerefiyê yên di destê YPGê de ne bûne û ala Sûriyê lê hatiye bilindkirin.

Lê Nûrî Mehmûd ew yek red kir û got: “Ti hêzeke hikûmeta Sûriyê nehatiye taxên Kurdî Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê.”

Êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve li ser Efrînê îro di roja 24emîn de berdewam e. ji pêr ve Hêzên Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve derbasî Efrînê bûn.

Li ser wê yekê, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan red kir ew hêz derbasî Efrînê bûbin û got: "Bi sedema topbarana artêşa Tirkiyê ji wê hêzê re, ew neçar bûn vegerin cihê ku jê hatine."

Herwiha Erdogan got jî: "Me li gel Serokê Rûsya Vladimir Putin û Serokê Îranê Hesen Rûhanî derbarê Efrînê de lihev kiriye û pirsa çûna artêşa Sûriyê ji bo Efrînê bidawî hatiye."

 

S. B