Cîgirê Serokê Amerîka: Nadya Murad sîmbola qurbaniyên DAIŞê ye
K24 - Navenda Nûçeyan.
Karvedanên dayina xelata Nobelê ji bo keça Kurd a Êzdî Nadya Murad berdewam in û li ser vê yekê, Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ragihand, ku Nadya Murad sîmbola hemû qurbaniyên destê DAIŞê ye.
Mike Pence li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsiye: Min û şêwirmenda Serokê Amerîka Ivanka Trump pêşwazî li Nadya Murad kir, ku ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bûye û xelata Nobelê ji bo aştiyê wergirtiye.
Herwiha Cîgirê Serokê Amerîka nivîsiye: Hêz û qaremaniya Nadya, hiştiye ku ew bibe sîmbolek ji hemû qurbaniyên destê DAIŞê re.
Di 5ê vê mehê de, Nadya Murad bi hevbeşî li gel pizîşkê Kongoyî Denis Mukwege xelata Nobel ji bo aştiyê wergirt.
N.O
Welcomed @NadiaMuradBasee to the @WhiteHouse today. @IvankaTrump & I congratulated her on winning the #NobelpeacePrize. Nadia’s dedication and bravery in standing up for victims of ISIS’ brutality is an inspiration. Well-deserved, Nadia! pic.twitter.com/hOfXxhYlG7
— Vice President Mike Pence (@VP) ٩ أكتوبر ٢٠١٨