Hewlêr û Mosko pêwendiyên xwe firehtir dikin

Konsolê Giştî yê Rûsya li Herêma Kurdistanê Victor Simakov radigihîne, pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rûsya ji serdema Qeyserî ya Rûsyayê ve hatine danîn û di serdema Mela Mistefa de bipêş ketin û niha jî ew pêwendî di warê siyasî, abor û warê din de ferehtir dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Victor Simakov ji K24ê re got: “Pêwendiyên di navbera Rûsya û Kurdistanê de dîrokî ne. Destpêka van pêwendiyan vedigere bo serdema Qeyserî ya Rûsya û di serdema Mela Mistefa Barzanî de ev pêwendî bipêş ketin. Niha jî pêwendiyên me bi Kurdistanê re zêdetir û bestir in.”

Got jî: “Niha mezintirîn kompanyayên Rûsya Gazprom û Rosneft in li Herêma Kurdistanê kar dikin. Wek dizanin sala bûrî rêkeftina têgihîştinê di navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompanyaya Gazprom hat îmzekirin, niha Gazprom dest bi karên xwe kirine û nivîsgeha Gazprom li Hewlêrê tê vekirin, ev jî dibe sedema başkirina aboriya Kurdistanê, ji bilî warên din ên cuda jî amade ne di warên din jî kar bi Kurdistanê re bikin, bi taybet di warê çandiyê de û hemû kartên din.”

S. B