Êlên başûrê Iraqê gefa rakirina çekan dikin

Êlên başûrê Iraqê: Emê çekan li dijî her hêzekê rakin ku çekan li dijî xwepêşanderan bikar bîne.

K24 - Navenda Nûçeyan

Êlên parêzgehên başûrê Iraqê çend mercan ji bo rawestandina xwepêşandanan li ber destê Hikûmeta Heyder Ebadî datînin û gefa rakirina çekan jî dikin.

Yek ji mercên êlên başûrê Iraqê ew e, ku pêwîst e Hikûmet daxwazên xwepêşanderan bi awayekî lezgîn bicî bike.

Herwiha hişyarî dane Hikûmetê, heger daxwazên xwepêşanderan neyên bicî kirin ewê çekan bikar bînin.

Êlên başûrê Iraqê di nav gefên xwe de ji Hikûmetê re gotin: Emê çekan li dijî her hêzekê rakin ku çekan li dijî xwepêşanderan bikar bîne.

Ev bû nêzîkî du hefteyan xwepêşandan li parêzgehên başûrê Iraqê berdewam in û xwepêşander daxwaza başkirina rewşa jiyanê û peydakirina av û karebê dikin.

N.O