“Hikûmeta Iraqê pabendî dawî biryarên Hewlêr û Bexdayê nabe”

Hikûmeta Iraqê pabendnebûna xwe bi dawî biryarên civîna Serok Barzanî ligel her du cîgirên serokomarê Iraqê ragihand.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hikûmeta Iraqê pabendnebûna xwe bi biryarên civîna Serok Barzanî ligel her du cîgirên serokomarê Iraqê ragihand.

Peyvdarê Hikûmeta Iraqê Seid Hudeysî di daxuyaniyekê de ragihand, hikûmeta Iraqê ti pabendbûnê bi civîna Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û her du cîgirên serokomarê Iraqê Eyad Elawî û Osama Nuceyfî neke û pabendî biryarên wê civînê jî nabe.

Di çarçova beşdariya di şîna Mam Celal li Silêmaniyê de, Serok Barzanî li gel her du cîgirên serokomarê Iraqê Eyad Elawî û Osama Nuceyfî civiyabû. Di civînê de gotûbêj li ser rewşa niha ya Iraq hat kirin, hevdem behsa çawaniya çarekirina kêşeyên pêwendîdar bi rewşa siyasî jî hat kirin.

Li ser naveroka wê civînê serokê dîwana serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Hisên ragihand, amadebûyên civînê li ser van xalan li hev kirin:

1- Destpêkirina diyalog û civînan di navbera aliyên siyasî yên sereke li Iraqê ji bo aramkirina rewşê.

2- Civîn li ser ecindeyên vekirî bên encamdan.

3- Rakirina sizayan li ser Herêma Kurdistan bi awayekî rasterast.

4- Destpêkirina civînan di demeke nêzîk de, li ser bingeha mîkanîzmeke taybet ji bo hevrêziya berdewam.