Li Tirkiyê 573 kesên li dijî êrîşa Efrînê ne, hatin girtin

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, 573 kesên ku li dijî operasyona Efrînê nerazîbûn nîşan dane hatin girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand, 573 kesên ku li dijî operasyona Efrînê nerazîbûn nîşan dane hatin girtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku, 449 kes bi hinceta di çaroveya operasyona Efrînê de bangeşeya terorê kirine hatine girtin.  Herwiha 124 kesên din jî bi hinceta ji bo Efrînê xwenîşandan kirine hatine girtin.

Berî niha Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê li dijî Operasyona Efrînê nerazîbûn nîşan dabû û gotibû, şer ji bo gel pirsgirêka tendûristiyê ye û divê şerê li dijî Efrînê were rawestandin. 11 Rêveberên Yekîtiya Bijîşkên Tirkiyê bi hinceta li dijî Operasyona Efrînê derketibûn hatin girtin.

Artêşa Tirkiyê roja 20ê Çileya bûrî ve bi fermî operasyona leşkerî ya bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” ragihand, îro jî di roja 17emîn de berdewam e.