Kurdistan Li Bakur sextekarî di dengdanê de hate kirin

Li Bakur sextekarî di dengdanê de hate kirin
Belgeyeke dengdanê ya referandûma Tirkiyê

K24 – Navenda Nûçeyan

Li navçeya Rihanli ya Bakurê Kurdistanê sextekarî di proseya dengdanê ya referandûma Tirkiyê de hate kirin.

Ajansa “Dogan” belav kir, 159 sindoq li navçeya Rihanli hatin danîn û berî ku xelkê dengên xwe bidin, belgeyên ku bi mora “Erê” li ser bûn, di hin sindoqên dengdanê de hatibûn danîn.

Wê ajansê got jî, dengdan li Rihanli di demjimêr 8ê sibê de dest pê kir û dengdaran jî piştî ku çûn cihên dengdanê, hest bi hebûna wê more li ser belgeyên dengdanê kirin û Desteya Hilbijartinê ya li wê navçeyê agahdar kirin û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Desteya Hilbijartinê hin ji sindoqên ku mora “Erê” li ser belgeyên wan bûn kom kirin û demekê jî proseya dengdanê rawestiya û piştre careke din dest pê kir.