YPG: Hêzên Berevaniya Şeibî li navenda bajarê Efrînê namînin

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê Birûsk Hesek ragihand, hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve di nava bajarê Efrînê de bicih nabin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Efrînê Birûsk Hesek ragihand, hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê ve di nava bajarê Efrînê de bicih nabin.

Peyvdarê YPGê li Efrînê Birûsk Hesekê ji K24ê re ragihand, hêzên Berevaniya Şeibî yên derbasî Efrînê bûne, dê li ser sînorê ligel Bakurê Kurdistanê bêne belavkirin û tenê dê li ser sînor bimînin.

Birûsk Hesekê tekez kir jî, hêzên Berevaniya Şeibî li navenda bajarê Efrînê namînin û li wir bicih jî nabin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên ser bi wê ve ji 20ê meha bûrî ve êrîşî gund û navçeyên Efrînê dikin, Encûmena Cibicîkar a Efrînê û Fermandariya YPGê jî daxwaz ji artêşa Sûriyê kiribû ku derbasî Efrînê bibin û bi erka parastina sînorê bi Tirkiyê re bikin.

Duh jî li gor rêkeftinekê di navbera YPG û artêşa Sûriyê de ku xalên wê nehatine aşkerekirin, beşek ji hêzên Berevaniya Şeibî yên ser bi artêşa Sûriyê ve bi çekên xwe ve gihîştin bajarê Efrînê.

Tîma K24ê li Efrînê duh hatina milîsên Berevaniya Şeibî ji bo Efrînê de rûmal kir û Şanderê K24ê ji bo Efrînê Ekrem Salih da zanîn ku, milîsên Berevaniya Şeibî li ser 3 danan berve Efrînê hatin û hin çekên giran jî ligel wê hêzê bûn.

 

S. B