Parêzerên HDPê: Divê demildest parlamenteren HDPê serbes werin berdan

Bi beşdariya 10 sazî û komeleyên hiqûqnasan li Stenbolê parêzerên hevserok û parlamenterên girtî yên HDPyî bi daxwaza serbes berdana 11 parlamenterên girtî li hev civiyan. Parêzer amaje kirin ku ji bo berdana mebûsan çend meh berê serî li dadgeha destûra bilind dane lê hêj li wan venegeriyane. Li gor parêzeran dadgeh di bin bandora desthilatdara siyasî de maye.
kurdistan24.net

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê, piştî girtina parlamenterê CHPê Enîs Berberoğluyê ku bi eşkerekirina agahiyên veşartî yên dewletê tê tohmetbarkirin, rewşa parlamenterên din ên girtî yên HDPyî jî hat rojevê. Parêzerên hevserok û parlamenterên HDPyî li Stenbolê bi daxuyaniyeke çapemeniyê bal kişandin ser nehiqûqiyê û diyar kirin ku ji bo serbes berdana siyasetmedaran berî çend mehan serî li dadgeha bilind a destûrê danê lê heta niha tu bersiv ji wan re nehatiye dayîn.

Parêzer Qadir Tunç got: “Bersiv nedayîna dadgeha bilind a destûrê ya Tirkiyê û dadgeha mafên mirovî ya Ewropayê dibe sedema binpêkirina hiqûqê. Lazim e demildest dadgeh biryarekê bide. Niha 11 parlamenterên HDPyî û 85 hevserokên şaredariyan di girtîgehê de ne.”

Parêzerê Hevserokê HDPê Selahatîn Demîrtaş Ercan Kanar jî got: Heta niha derbarê Demîrtaş de 96 fezleke hatine amadekirin û hemû fezleke jî li ser axaftina siyasî ya Demîrtaş in.

Ercan Kanar got: “Du dosyayên Demîrtaş di destê dadgeha mafên mirovî ya Ewropayê de ne hêj encamek jê derneketiye. Dadwerên ku derbarê Dermîrtaş de fezleke amade kirine ji ber endamtiya FETO hatine girtin. Divê CHP jî dema 11 parlamenterên HDPyî hatibûn girtin dest bi meşa xwe ya dadê bikira.”

Doza Demîrtaş 6ê Îlonê ya Yuksekdagê jî 4ê Tîrmehê li Enqereyê wê pêk were. Bi vî awayî her du siyasetmedar piştî girtinê cara yekem li salona dadgehê dê derkevin pêşberî dadweran.