Ferhat Tunç bi tometa bengeşeya YPGê hat cezakirin

Dadgeha Stenbolê bi hinceta bengeşekirina YPGê nêzikî 2 salan cezaya zindanîkirinê da hunermend Ferhat Tunç.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Stenbolê bi hinceta bengeşekirina YPGê nêzikî 2 salan cezaya zindanîkirinê da hunermend Ferhat Tunç.

Hunermend Ferhat Tunç li Dadgeha Stenbolê  ji ber parvekirinên xwe yên medyaya sosyal hate dadgehkirin.

Dadgeha Stenbolê bi tohmeta ku ser li hejmara xwe yên medaya sosyal bangeşeya YPG û YPJê kiriye salek û 11 meh û 12 roj cezaya zindanîkirinê da Ferhat Tunç.

Hunermed Ferhat Tunç di sala 2016an de stranek bi navê Kobanî çê kiribû û navê albûma xwe ya dawî jî danîbû Kobanî.

 

S. B