Yildirim: Piştî Minbicê emê berê xwe bidin Kobanê û Qamişlo

Yildirim: YPG baskekî PKKê ye û bi piştgiriya çekên Amerîkî, li bajarên wekî Heseke, Qamişlo û Kobanê bihêz bûye.

K24 - Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyê Bînalî Yildirim ragihand, ku piştî Minbicê, her yek ji Kobanê, Hesekê û Qamişlo armanca wan e.

Bînalî Yildirim li bajarê Îzmîrê axifî û careke din gef li YPGê kir û got: YPG baskekî PKKê ye û bi piştgiriya çekên Amerîkî, li bajarên wekî Heseke, Qamişlo û Kobanê bihêz bûye.

Herwiha Yildirim tekez kir, ku piştî Minbiçê ewê berê xwe bidin Kobanê, Hesekê û Qamişlo.

Berî niha jî serokwezîrê Tirkiyê ragihandibû, ku welatê wî, wê hemû navçeyên di bin destê YPGê de kontirol bike û bi gotina wî: Ti carî ew nahêlin PKKê bi riya PYD û YPGê gefan li ser Tirkiyê çêke.

Duh zirîpoş û çekdarên Tirkiyê gihiştin bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê û li derdora pira Sacûrê belav bûn.

Li ser wê mijarê nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, ku hêzên Tirkiyê gihiştin rêbenda gundê Ûne Dadat li nêzîkî pira Sacûrê, ku aliyekî wê pirê di bin kontrola Artêşa Azad de ye û aliyê din, di bin kontrola HSDê de ye.

Herwiha nûçegihanê Kurdistan24ê tekez kir, ku li devera di bin kontrola HSDê de jî, çend dewriyên hevbeş yên Amerîkî û Tirkî belav bûn.

Ji aliyê xwe ve, jêderên serbazî ji nav Artêşa Tirkiyê ragihandin, ku Tirkiyê wê hêza xwe di navbera Cerablus û Minbicê de belav bike, daku karibe rêketina Tirkî-Amerîkî li Minbicê bicî bike. 

Berî niha Tirkiye û Amerîka derbarê Minbicê li ser nexşerêyekê lihev kirin. Li gorî wê lihevkirinê, di qunaxa yekem de, wê PYD û YPG ji wî bajarî derkevin, piştre wê hêzeke Amerîkî Tirkî hevbeş, derbasî bajar bibe û çavdêriya rewşê bike daku piştrast bibe ku hemû endamên PYD û YPG ji wî bajarî derketine, piştre jî wê rêveberiyeke xwecihî ji xelkê bajar were pêkanîn.

N.O