Wezîrekî dev ji Tevgera Goran berda û li hikûmetê vegeriya

Tevgera Goran: Niha hemû kar û bizavên me wê ji bo hilweşandin û jikarxistin û dûrxistina Hikûmeta Herêma Kurdistan be.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê abûriya Herêma Kurdistan Rêbaz Hemlan, piştî ku dev ji Tevgera Goran berda, careke din weke wezîrê diravî û abûriya Herêma Kurdistanê dest bi karên xwe kir.

Rêbaz Hemlan, namzedê Tevgera Goran bû ji bo postê wezareta diravî û abûriyê, lê bi sedema bûyerên 12ê Cotmeha 2015an wezîrên tevgera Goran ji kar hatin dûrxistin.

Piştî ku Hemlan dev ji Tevgera Goran berda, îro bi fermî wek wezîrê diravî û abûriya Herêma Kurdistanê dest bi karên xwe kir.

Li ser vê mijarê, perlemanterê Tevgera Goran Bêstûn Fayiq ragihand, Ti pêwendiya Rêbaz Hemlan bi Tevgera Goran re nema ye û vegera wî ji bo wezareta diravî, ne ji dûr û ne ji nêzîk ve, ti pêwendiya wê bi bernameya siyasî ya Goran re tine ye.

Wî perlemanterî tekez kir, ku "Niha hemû kar û bizavên (Tevgera Goran) wê ji bo hilweşandin û jikarxistin û dûrxistina vê kabîneya hikûmî be.