Sûriyê NY: Esed û birayê wî fermana bikaranîna çekê kîmawî dane

NY: Esed û birayê wî fermana bikaranîna çekê kîmawî dane
Serokê Sûriyê Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed

K24 – Navenda Nûçeyan

Tîma lêkolînê ya navdewletî radigihîne, Serokê Sûriyê Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed fermana bikaranîna çekê kîmawî li dane.

Jêderekî agahdar di nav tîma lêkolînê de ya ser bi Netewên Yekgirtî ve, ji bo komkirina zanyariyan li ser bikaranîna çekên kîmawî li dijî sivîlan li Sûriyê ragihand ku, li gor belgeyên li cem wan çê bûne, didin xuyakirin ku destê Serokê Sûriyê Beşar Esed û birayê wî Mahir Esed di êrîşên çekên kîmawî de heye, ku di salên 2014 û 2015an de gaza klorê li dijî sivîlan hatibûn bikaranîn.

Wî jêderî amaje kir, raporta tîma lêkolînan bi hejmarek ji belgeyên ku endamên wê komkirine û zanyariyên ajansên îstixbaratî yên welatên rojava û navçê, hatiye piştbestin.   

Li gor hatiye ragihand, navên şeş kesên nêzîk ji Esed di raportê de hene, ji wan Beşar Esed, Fermandarê firqeya 4ê Mahir Esed, Wezîrê Bergîriyê û Serokê Îstixbarata Leşkerî ne.

Ev yekem car e tîma lêkolînê navê Esed û birayê wî di vê pirsê de tîne ziman, lê hikûmeta Sûriyê vê yekê red dike û dibêje ew tomet dûrî rastiyê ye.