Goran bo beşdariya di hikûmetê de xwe yekalî dike

Ji bo pesendkirina rêkeftina di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê, her du Civata Giştî û Civata Niştimanî yên Goranê dicivin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji bo pesendkirina rêkeftina di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê, her du Civata Giştî û Civata Niştimanî yên Goranê dicivin.

Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, îro demjimêr 15.00 Civata Giştî û demjimêr 17:00 Civata Niştimanî yên Tevgera Goranê dicivin û armanca wan her civatan ew e, pesendkirin yan redkirina çar xalî ya di navbera PDK û Goranê de ye.

Li gor rêkeftinê, firaksiyonên PDK û Goranê roja 18ê vê mehê li Parlemantoya Kurdistanê beşdarî civînê bibin û li ser pêkanîna hikûmetê jî gihîştine qonaxa dawiyê.

Duhî li Silêmaniyê şandên danûstandkar ên PDK û Tevgera Goranê civiyabûn û li ser 4 xalan lihev kiribûn, ji wan jî beşdarî civîna 18ê vê mehê ya Parlemantoyê bibin û projeya rêkeftina di navbera wan de ji bo pesendkirina dawiyê bo serkirdatiya her du partiyan tê hildan.

Ta niha Tevgera Goranê bi fermî biryara beşdarî yan beşdarînekirina di hikûmetê de nedaye, lê tê çaverêkirin îro ew pirs yekalî bibe.

 

S. B