Iran: Em tu guherînan di rêkeftina atomî de napejirînin
K24 – Navenda Nûçeyan
Wezîrê derve yê Îranê Cewad Zarif di axaftina xwe li Zanîngeha Tehranê de, pêvajoya Astana û rêkeftina atomî ya di navbeyna Komara Islamî û 5+1 de girt dest.
Ligor Zarîf mafê Amerika nîn e ku, guherînan di rêkeftina ligel Îranê de bixwaze, jiber ku ew rêkeftinek pirr alî ye û mafê yek welatî nîn e xwediyê gotina dawî be.
Serokê Amerika Donald Trump rêkeftîna atomî ya 5+1 ligel Îranê wekî xerabtirîn rêkeftin di dîroka Amerika de binav dike û çendîn caran aniye ziman ku, ew rêkeftin a ku di dema Serokê berê Obama de hatî imzekirin, dive guherînûn girîng tê de pêk werin an bi tevayî bê hilweşandin.
C.B