Bi serperiştiya Serok Barzanî civîna Encûmena Bilind a Referandûmê dest pê kir
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî Encûmena Bilind a Referandûmê ligel şanda danûstandkar ya wê encûmenê bo Bexdayê dest pê kir.
Biryar e di civînê de, şanda Danûstandkar a Encûmena Bilind a Referandûmê guftûgo û serdana xwe ya ji bo Bexdayê bixin ber destê Encûmena Bilind a Referandûmê.
Roja Duşema borî 21 vê mehê, şanda Encûmena Bilind a Referandûmê piştî hejmarek ji hevdîtin û civînên ligel aliyên Iraqî kirin, vegeriyabû Herêma Kurdistanê.