Belema koçberan binav bû.. 10 koçber winda ne
K24 – Navenda Nûçeyan
Li beravên derya Egeyê belema koçberan binav bû û 10 penaber winda ne.
Hat ragihandin, li bajarê Îzmîrê li bajarokê Dîkîliyê 12 koçber dixwestin bi rêyên ne yasayî derbasî Yunanîstanê bibin. Lê belema wan li beravên Egeyê binav bû.
Li gor zanyariyan, ji wan 2 kes karîn xwe xilas bikin û 10 penaber winda ne.
Piştî bûyerê, hejmareke zêde tîmên ewlekariya deryayî yên Tirkiyeyê dest bi xebata rizgarkirina koçberan kirin.
S, B